Endamên encumena Partiya Yekîtiya Demokratîk yên kantona Efrîn û Şehbayê Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê ji Rojava Tv re axivîn û gotin armanca Tirkiyê ew e ku li berxwedana gel û civakê bixe.
Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Dagirkeriyê di êrîşên xwe yên bê ser û ber de gelek dever kirin hedef.
Têkldarî mijarê Endamên Encumena Partiya Yekîtiya Demokratîk gotin ku bi awayekî veşartî hin aliyan li dijî herêmên me bi dagirkeriyê re li hev kirin ku êrîşî herêmên me bike.
Ji aliyê xwe ve endama encumana PYD ya kantona Efrîn Hêvîn Reşîd jî axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker sal bi sal êrîşên xwe li dijî herêmên me zêdetir dike.
Endamên Encumena Partiya Yekîtiya Demokratîk di dawiyê de dane xuyanîkirin ku êrîşên dewleta Tirk ji sala 2012’an ve û heta vê kêliyê nehatine rawestandin.
