OFÎSA PARTIYÊN SIYASÎ: EM Ê HEBÛNA JINAN DI SÛRIYEYA NÛ DE MÎSOGER BIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Partiyên Siyasî ji bo hebûna jinan di destûra Sûriyeyê de panelek bi serenavê ‘Rola Jinan di Avakirina Sûriyeya Nû de’ li bajarê Kobanê li darxist.

Panel di bin diruşmeya “Di bin ala YPJ’ê de yekbûna jinên Sûriyeyê ji bo azadî, edalet û wekhevî” hat dest pê kirin.

Di panelê de rola jin di avakirina Sûriyê de û rola YPJ`ê di parastina jinan û Sûriyeyê de hate nîqaş kirin.

Piştî nîqaşê sînevîzyonek li ser rol û têkoşîna jinan hate pêşandan.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû. ji wan jî Xebata ji bo danîna prensîba temsîliyeta jinan di saziyên Sûriyeya nû de û Xurtkirina têkoşîna siyasî û sivîl di bin slogana “Jin, Azadî, Jiyan” de.

Share This Article