BESÊ HOZAT: GIRANKIRINA TECRÎDÊ, BERDEWAMIYA KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ YE

Rojava Tv
3 Min Read

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji ANF’ê re nirxandin kir û got ku, girankirina tecrîda li dijî Rêber APO, berdewamiya komploya 9’ê cotmehê ye.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hiqûqa navneteweyî bin pê dike û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Hêzên komploger bi armanca tasfîyekirina Tevgera Azadiyê û qirkirina gelê Kurd, roja 9’ê cotmeha sala 1998’an komployeke navneteweyî li dijî Rêber APO dane destpêkirin.

Têkildarî salvegera 25’an a komployê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxandin kir.

Besê Hozat armanca û planên hêzên komploger weha vegotin: Polîtîkaya tecrîdê bi rêbazeke cuda berdewamkirina komploya navneteweyî ye û israrakirina polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Armanca Teslîmkirina Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd yê berxwedêr e. Heke teslîmiyetê negirin, armanc ew e ku bi polîtîkaya piralî ya zext, tundî û tecrîdê re Rêbertî, tevger û gel bêbandor bikin û bi şerê topyekûn ê qirkirinê encam bigirin.

Her wiha Besê Hozat diyar kir ku Dewleta Tirk 25 sal in hiqûqa xwe pêk neaniye. Ne tenê hiqûqa xwe bi cih nayîne, hiqûqa navneteweyî jî paşguh dike. Dema ku Rêber Apo cara ewil birin Îmraliyê, bi salan bi hinceta koster xerabeye û hewa xirab e, destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di salên dawî de bi hinceta cezayên dîsîplînê jî hevdîtinên bi parêzeran re tên astengkirin.

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku, Dewleta qirker a Tirk bi sîstema xwe ya êşkence û tecrîdê re dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û teslîm bigire. Armanc dike ku bêbawerî û bêhêvîtiyê di nava civakê de biafirîne û bibêje ‘bi têkoşîn û berxwedanê encam nayê girtin’.

Her wiha Besê Hozat destnîşîşan kir ku Di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd di dîroka mirovahiyê de têkoşîna herî mafdar û rewa dimeşîne û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Di dawiya nirxandinên xwe de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bang li her kesî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, asta têkoşînê bilind bikin.

Share This Article