ENDAMÊN PYD’Ê: QSD’Ê HEBÛN Û VÎNA GELÊ HERÊMÊ DIPARÊZE

Rojava Tv
1 Min Read

Nêzîka 2 mehan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi balafirên şer û yên bê mirov û çekên giran Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û gundewarê bajarê Kobanê topbaran û bombebaran dikin.

Lê ev êrîş rastî berxwedaneke bêhempa ya gel û şervanên hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê tên û li wir berxwedaneke dîrokî dinivîsînin.

Endamê Komîteya Rêxistinî Ya PYD’ê ya bajarê Qamişlo Nîzamedîn Hisên got, li ser me ferze ku em berê xwe bidin bendava Tişrînê û axa xwe biparêzin.

Her wiha Endamê PYD’ê yê Qamişlo Mihemed Kozî jî bang li tevahî gelê Herêmê kir ku li pişta şervanên QSD’ê bin û heta henaseya dawî li ber xwe bidin.

Hevdemî êrîşên giran jî, lê dîsa nobetdar li ser doza xwe nayên xwarê û her bi pêdagirî li Bendavê dimînin û bi berzkirina dirûşmeyên berxwedan jiyan e, bersivê didin dijmin.

Share This Article