ŞÊNIYÊN QAMIŞLOYÊ HÊVIYÊN XWE JI BO SALA NÛ DAN NÎŞANDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo sala nû ya 2026’an de hêviyên xwe anîn ziman.

Şêniyan hêvî kirin ku di sala nû de aramî bikeve nav hemû gelê Sûriyê de û koçber vegerin warên xwe.

Sersala duyemîne bi Sûriyeke bê Rêjîma Bass tê pîrozkirin, lê tevî wê jî rageşî û tevliheviyên li Sûriyê bi rojane rû didin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi hatina sala nû di nav hêviyên mezin de ne ku vê salê bi aramî pîroz bikin.

Şêniyên Qamişloyê dawaz kirin ku di sala nû de aramî bikeve nav hemû gelê Sûriyê de û koçber vegerin warên xwe.

Şêniyan destnîşan kirin ku hêviyên herî mezin ên kurdan di sala nû de ragihandina Kurdistaneke azad e.

Gelê Sûriyê bi giştî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet her wê di nav hêviyên pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê de bin ku ew jî weke gelê cîhanê bikaribin di ewlehî û aramiyê de jiyan bikin.

Share This Article