ODEYA PÎŞESAZIYÊ YA REQAYÊ KARÊ XWEDIYÊN KARGEHAN HÊSAN DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Odeya Pîşesaziyê ya bajarê Reqayê ji bo hêsankirina karê xwediyên kargehan, mekanîzmeyên kar ên taybet vediqetîne.

Xwediyên kargehan yên ku dixwazin ruxsetan werbigrin, serdana Odeya Pîşesaziyê dikin, ew jî daxwazên wan lêkolînan dikin û dişînin desteya aboriyê.

Ruxsetên ku Odeya Pîşesaziyê pêşkêş dike, gelek rêyan li pêşiya xwediyên kargehan vedike û karê wan hêsan dike.

Hevserokê Odeya Pîşesaziyê ya bajarê Reqayê Abdullah Reşo ji Rojava TV re dibêje, kargehên ku ruxsetên wan hebin, dikarin bi hêsanî madeyên sotemeniyê werbigrin û karên xwe yên asayî cîbicî bikin.

Ji ber aramî û ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser, piraniya xwediyên kargehan berê xwe didin herêmê û li vir projeyên xwe pêk tînin.

Share This Article