Dewleta Tirk roja 27ê Îlona sala 2023an bi rêye balafireke xwe ya bêmirov erebeya Hevserokatiya Buroya Dad û Çaksazkirinê ya Herêma Cizîrê hedefgirt û di encamê de herdu Hevserokên buroyê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero şehîd bûn.
di derbarê mijarê de dayik û bavê Ş.Yelmaz Şero ji RojavaTV re axîvîn û tekez kirin ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.
Dewleta Tirk a dagirker 27’ê Îlona sala derbasbûyî bi rêya balafireke xwe ya bêmirov erebya Hevserokatiya Buroya Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li gundê Til-Ceman ê ser bi navçeya Girkê Legê ve bombebaran kir û di encamê de herdu Hevserokên buroyê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero şehîd bûn.
Têkildarî salvegera 1’emîn a şehadeta Yelmaz, Dayik û bavê wî ji RojavaTV re axîvîn û tekez kirin ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.
Mewlûda Murad got: “Kurê min Yelmaz dildarê axa welatê xwe bû”.
Her wiha Şêro Şero jî tekez kir ku ji bo ew jiyaneke azad bijîn helbet ew ê şehîdan bidin.
Şehîd Yelmaz Şero 11 salan ji bo avakirin, parastin û pêşxistina şoreşa 19’ê Tîrmehê kar û xebateke mezin kir û her dem bi kesayeta xwe ya zîrek û dilnizim dihat naskirin.
Tekeziya li ser van gotinan ew e ku heta beriya Yelmaz û rêhevala xwe Zeyneb şehîd bibin jî ji şoreş û gelê xwe re xebat dikirin.
