Desteya perwerde û fêrkirinê û yekîtiya mamosteyan yên kantona cizîrê, civîna salane ya mamosteyên pêkhateya kurdî li dar xistin.
Civîn bi beşdariya mamosteyên kurd ên qonaxên seretayî, navîn, amadehî û nûnerên desteya perwerdeyê li hola melekiyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di civînê de hevserokê desteya perwerde û fêrkirinê ya kantona cizîrê Ednan Berî sala xwendinê ya 2024-2025’an nierxand û behsa astengiyên li pêş sektora perwerdeyê di nava salê de kir.
Paşê nîqaş hatin kirin û pêşinyarên ji bo pêşxistina qada perwerdeyê hatin kirinpêşkêşkirin.
Civîn di çarçoveya rêzecivînên desteya perwerdeyê yên ji bo pêşxistina asta perwerdeyê û nêzbûna desteya perwerdeyê ji mamosteyan hate lidarxistin.
