Derbarê lidarxistina konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin berdewam dikin.
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanê Telal Mihemed got konferans nameya hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.
Her wiha Endamê Desteya Rûspiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Salih Etiya jî diyar kir ku zengîniya konferansê beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê bû.
Di 8’ê Tebaxê de Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê hate lidarxistin.
Her wiha şêxên Durzî û Elewiyan jî peyamên bi dîmen ji bo konferansê şandin û tevahiya pêkhateyên Sûriyê pêşwazî li encamên konferansê kirin.
Derbarê lidarxistina konferansê de partî û rûspiyên herêmê nirxandin kirin.
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk ya Kurdistanê Telal Mihemed destnîşan kir, konferans nameya hevgirtina pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Li aliyekî din jî Endamê Desteya Rûspiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Salih Etiya diyar kir ku zengîniya konferansê beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê bû.
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin, rastî pêşwaziyên herêmî û cîhanî yên germ hat, her wiha bû mînaka konferansên wekhevî, pir alî û yekgirtinê.
