Li navenda Encumena Ciwanan a Minbicê û gundewarê wê teqînek rû da û di encamê de birîndar hene.
Hate ragihandin ku, demjimrê 12’ê danê nîvroya îro li navenda Encumena Ciwanan a Minbicê teqînek pêk hatiye.
Li gorî agahiyan di encamê de gelek kes birîndar bûne.
Her wiha zirarên madî yên mezin di avahiyê de rû dane.
Heta niha nayê zanîn bê teqîn ji ber mayînê yan jî ji ber bombebaranê pêk hatiye.
