Bi boneya salvegera 33’emîn a şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî, li ser asta kantona Qamişlo û Hesekê çalakî hatin li darxistin.
Fermandar Bêrîtan hêvî di 25’ê cotmehê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo ku teslîm nebe canê xwe feda kir û bû yek ji cangoriyên azadiyê.
Bi boneya salvegera şehadeta wê li bajarê Qamişlo û Hesekê yên kantona Cizîrê bi merasîmên bi heybet, şehîd Bêrîtan Hêvî hat bibîranîn.
Di çalakiya li bajarê Qamişlo de kesayeta Şehîd Bêrîtan bi riya sinifizyonekê hatin pêşkêşkirin.
Têkildarî mijarê endama koordînasyona Hîlala zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku şehîd Bêrîtan bû semol ji hemû jinan re.
Li bajarê Hesekê jî kongra star mîtîngek ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan li dar xist.
Ji endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî jî tekez kir ku xeta Şehîd Bêrîtan bû dîrok ji jinan re.
Di dawiya çalakiyan de, stranên ku li ser giyanê şehîd Bêrîtan Hêvî hatibûn çêkirin, hatin pêşkêşkirin û dirûşmeyên “şehîd namirin” hatin berizkirin.
