BERTEKÊN LI HEMBER KOMKUJIYA PARÎSÊ ZÊDE DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di derbarê komkujiya ku li Parîsê rû da ku li dijî navenda çandê ya kurd a Ahmet Kaya pêk hat berdevka partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê Sema Begdaş beng li Hikûmeta Fransayê kir ku dest bi lêpirsînê bike û sûcdaran ceza bike.

Di derbarê komkujiya ku li paytexta Fransayê Parîsê pêk hat, nerazîbûnên tund ji aliyê gelê kurd ê li her çar aliyên kurdistanê û cîhanê derketin pêş.

Li ser mijarê berdevka partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê sema begdaş komkujiya li parîsê rû da şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest her wiha bang li hikûmeta Fransayê kir ku lêpirsînê bide despêkirin.

Sema Begdaş Her weha di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hermên Bakur û Rojhelatê Sûriyê ku taybet binesaziya herêmê dike hedef got ku dewleta Tirk di êrîşên li ser

herêmê de hemû zagonên Navnetewî binpê dike.

Komkujiya ku li parîsê pêk hat ku di encamê de çalakvana Kurd Evîn Goyî, Hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Evdilrehman Kizil şehîd bûn ji gelek aliyan ve hate şermezarkirin û bang li hikûmeta Fransayê hate kirin ku dest bi lêpirsînê bike û sûcdaran ceza bike.

Share This Article