ji bo nîqşkirina girîngiya avakirina yekrêziya kurdî Şêx Murşid meşûq el xeznewî civînek li hola serdem a bajarê hesekê li dar xist.
beşdarên civîvê jî tekezî li ser avakirina yekrêziya kurdî kirin û gotin divê kurd bi yek dengî beşdarî proseya siyasî ya sûriyê bibin.
Şêx Murşid El Xeznewî ku piştî bavê wî ji hêla rejîma Baasê ve hat qetilkirin û li Norweçê bi cih bûbû; bi armanca ferehkirina xebatên ji bo avakirina yekrêziya kurdî berê xwe da herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
ji bo nîqşkirina girîngiya avakirina yekrêziya kurdî Şêx Murşid meşûq el xeznewî li hola serdem a bajarê hesekê bi xelkê re civiya.
Di civînê de bi sedan welatiyê hesekê,rewşenbîr nivîskar û endamên saziyên sivîl û leşgerî beşdar bûn.
Şêx Murşid li ser êş û azarên ku gelê kurd bi salan dikişîne axivî û behsa girîngiya avakirina yekrêziya navmala kurdî kir.
beşdarên civîvê jî tekezî li ser avakirina yekrêziya kurdî kirin û gotin divê kurd bi yek dengî derbasî proseya siyasî sûriyê bibin.
beşdarên civînê piştrast kirin ku divê em destkeftiyên şoreşa rojavayê kurdistanê biparêzin.
civîn bi diruşmeyên ji bo yekîtiya kurdî û piştgiriya hêzên sûriya demokratîl QSDê bi dawî bû.
