Bi sedan xelkên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi meşeke girseyî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kirin.
Beşdarên meşê tekez kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.
Bi pêşengiya Meclisa malbatên şehîdan li bajarê Dirbêsiyê meşeke girseyî hate lidarxistin û girseyî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi tundî hate şermezarkirin.
Bi sedan xelkê Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan endamên mecilsa malbatên şehîdan, tevgera ciwanên şoreşger û kongra star beşdarî meşê bûn.
Di meşê de dirûşmeyên bê serok jiyan nabe hatin berzkirin û berxwedana Rêber APO hate silavkirin. Her wiha axaftin hatin kirin û banga mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.
Endama Mecilsa Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan şermezar kir.
Her wiha Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Elî jî got, armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên Bijî Serok bi dawî bû. Her wiha hate tekezkirin ku, ew ê heta dawiyê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bin.
