Nivîsgeha Karûbarên Meclisa Werzîşê bi hevkariya Beşa Xizmetguzariyên Teknîkî ya Rêveberiya kantona Reqayê, amadekariyên pêşwazîkirina şampyona hespan dike.
Bi armanca pêşwazîkirina şampyona hespan her du saziyên navborî hin xebatên nûjenkirin û amadekariyên ji bo zemîna Kulûba Siwaran dixebitin.
Biryar e ku Şampiyon di destpêka meha Adarê de bi beşdariya tîmên ji hemû kantonan were lidarxistin.
Rêveberê Klûba Siwaran a Reqayê Meced El-Saleh diyar kir ku Klûba Siwaran niha hespên Esîl ji hemû kantonên bakur û rojhilatê Sûriyê qeyd dikin.
