ŞÊNIYÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎD MIHDÎ MIHÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê cenazeyê endamê Komandosê şehîd Mihdî Mihê li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endam û rêveberên rêveberiya xweser û saziya malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî, Kongra Îslama Demokratîk û malbata Şehîd Mihdî ve hatin kirin.
Axêveran soza şopandina rêya şehîdan dan û sersaxî ji malbata şehîd re xwastin.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê Şehîd bi berzkirina dirûşm û tiliyên dayîkan hat veşartin.

Share This Article