EBID ELKERÎM HACÎ: JI BO RÊGIRTINA LI BER BUHABÛNA ZÊDE GERÊN ME YÊN LI BAZARAN DIDOMIN

Rojava Tv
1 Min Read

Zêdebûn û kêmbûna nirxê dolarê Amerîkî ya ne sabit bûye sedema astengiyan di kirîna pêdiviyên jiyanî de û xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji ber vê yekê bi gazinin.

Rêveberê Ofîsa Pêjiyanî a bajarê Qamişlo Ebd Elkerîm Hacî ji Rojava TV behsa zehmetiyên ku di encama zêdebûn û daketina di nirxê dolar de derdikevin kir û got, ji bo bazirgan binpêkirinan nekin ew gerên xwe yên di nava bazaran de didomînin.

 

Share This Article