NIVÎSGEHA DIRAV Û DAYINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEST BI XERCKIRINA FATÛREYÊN GENIM KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Dirav û Dayinan ên li bajarên Hesekê û Reqayê îro sibehê, li navendên xwe dest bi xerckirina fatûreyên genim ên vê salê kir.

Li gorî Desteya Çandiniyê, xerckirina fatûreyan bi pêvajoya kirîn û firotina genim re hevdem e, û biryare heta 10’ê Tîrmehê bidome.

Nivîsgeha Dirav û Dayinan fatûreyên ku ji 100 dolarî zêdetir in bi pereyên dolar xerc dike, lê ji bo fatûreyên ji 100 dolarî kêmtir in, wan bi pereyên Sûrî xerc dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser nirxa kirîna genim ji bo vê demsalê 42 sent ji bo her kîloyekê destnîşan kiribû.

Share This Article