Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê têkildarî têgeha ilmanî û pêwîstiya wê ji bo Sûriyeyê semînerek li dar xist.
Semîner li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate lidarxistin.
Endama rêveberiya nivîsgehê Zeyneb Qenber semîner bi rê ve bir.
Piştî şîroveyên berfireh ên têkildarî têgeha ilmaniyê yên Zeyneb Qenber, beşdaran nîqaş kirin.
Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku ilmanî ne bawerî ye, rêbaza pirrengiyê û rêzgirtina ji kêmneteweyên olî û nîjadî re ye.
Li gorî realîteya ilmaniyê, divê ol ji siyaset, zagon û qadên jiyanê were cudakirin.
