NEXWEŞIYA LAŞMANIYA LI NAVÇEYA TIL TEMIYÊ DÎSA BELAV BÛYE

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber Qutkirina Ava Çemê Xabûr ji aliyê Dagirkeriya Dewleta Tirk av Qirêj bûye û nexweşiya Laşmaniya li Navçeya Til Temirê Zêde bûye..

Û tê zanîn ku Zêdetirî 50 î Kesî li til temirê bi naxweşiya Laşmaniyayê ketin e..

Di van demên dawî de li navçeya Til Temirê nexweşiya laşmaniya belav bûye, û zêdetirî 50 kes bi vê nexweşiyê ketine..

Tê zanîn ku nexweşiya Laşmaniya di riya Pêşiyekê de belav dibe û yên herî Zêde bi vê nexweşiyê dikevin jî zarokin..

Hemşîra Nexweşiya Laşmaniya li Nexweşxaneya Lêgerîn ya Navçeya Til Temirê Hinûf Şahir Ibrahîm ji Rojava Tv re Axivî û behsa vê nexweşiyê kir…

Hinûf Şahir Ibrahîm got ku ji ber Kêmkirina ava Çemê Xabûr ji Aliyê Dewleta Tirk a dairker ve  av di çem de Qirêj dibe û dibe sedema belavbûna nexweşiyan .

Hêjayî gotinê ye ku sala borî nexweşxane û klînîkên Heyva Sor a Kurd li gelek bajar û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hezaran Pêketiyên nexweşiya laşmaniya tomar kiribûn.

Di wê demê de ji bo sînordarkirina belavbûna vê nexweşiyê Heyva Sor a Kurd bang li rêxistinên navdewletî yên têkildarî mijarên derman û paqijiyê kir ku destwerdanê bikin..

Share This Article