LI KOBANÊ 2 MALBAT PIŞTÎ 14 SALAN LI HEV HATIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Komîteya lihevanînê û Rêveberiya Xweser du malbatên ji gundê Cibnê û Aşmê ku ji 2012`an de ji ber pirsgirêkan heta niha 5 kes hatibûn kuştin, li hev anîn.

Komîteya Lihevanînê û Rêveberiya Xweser a Kobanê ji bo lihevanîna her du malbatan li gundê Cibnê 6 kon vedan.

Di kon de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo û hejmareke zêde ji gelên bajarê Kobanê, rûspî û şêxên Kurd û ereb amade bûn.

Bi navê malbatên Her du gundan spasiya QSD`ê û Rêveberiya Xweser û hemû kesên amade hat kirin û hat gotin ku ew vê lihevanînê diyarî cangoriyên azadiyê dikin.

Share This Article