Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Komxebatek bi navê “Rola parêzer û dadweran di qonaxa veguhêz bo demokrasiyê de” li dar xist.
Komxebat bi beşdariya Çalakvanên siyasî , endamên Yekîtiya Parêzeran, dadwer û çalakvanên mafên mirovan li hola parêzeran a li navenda bajarê Reqayê hat lidar xistin.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir, paşê rewşa siyasî ya ku sûriyê têre derbas dibe û qonaxa vegûhêz hat nirxandin.
Her wiha nirxandin li ser qonaxa avakirina Sûriyeke nû li gorî destûreke ku hemû pêkhateyan di nav xwe de bihewîne û rola hiqûqnasan di vê qonaxê de hat kirin.
Di dawiyê de deriyê nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin û balkişandin ser kongreya niştîmanî ya dê were lidarxistin û girîngiya beşdarbûna parêzeran.
MSD’Ê DERBARÊ QONAXA NÛ YA LI SÛRIYÊ DE KOMXEBATEK LI REQAYÊ LI DAR KIST
