DESTEYA RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ Û JÎNGEHÊ JI BO NIRXANDINA KAR, CIVÎNA SALANE LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê ya bakur û rojhilatê sûriyê ji bo nirxandina kar û xebatan, civîna xwe ya salane li darxist.

Civîn bi beşdariya Nûner û endamên Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê yên herêmê, li hola civînan a Encumena Cîbcîkar hate lidarxistin.

Di destpêka civînê de rewşa siyasî û geşedanên herî dawî yên ku li herêmê rû dan hate nirxandin.

Her wiha astengî û zehmetiyên ku Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê di sala 2022 an de kişandin, hetin nîqaşkirin.

Piştî nirxandin û nîqaşên ji aliyê beşdaran ve, encamnameya civînê hate nîşandan, û hate zanîn ku çar akademiyên pêşxistina kar li herêmê hatine vekirin.

Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê li herêmê tevî hemû zext û astengiyan, ji bo temamakirina projeyên xizmetguzariyê yên sala 2022 an, dixebite.

 

Share This Article