Navenda Tenduristiyê ya Meştenûr li Kobanê rojane zêdetirî 175 nexweşan ji bo lênihêrîna bijîşkî pêşwazî dikin.
Navend ji beşa lênerînê, beşa giştî, piştgiriya psîkolojîk, nîşanên jiyanî, beşa jinan, beşa lênerîna lezgîn û gelek beşên din pêk tê.
Di nava navendê de, tîmeke taybet ya hişyariyê heye ku serdana malên welatiyan li bajêr dike û wan li ser lênerîna lezgîn perwerde dike.
Derbarê nexweşiyên ku niha li Kobanê belav bûne, rêvebera Navenda Tenduristiyê ya Miştenûr, Lorîn Ebo got ku niha ji bilî vîrusa grîpê, nexweşiyeke giran tune ye. Dermankirina vê vîrusê jî hêsan e.
ji ber ku Navenda Tenduristiyê ya Meştenûr xizmetên xwe bi awayekî bê pere pêşkêş dike, barekî giran ji ser welatiyan rakiriye, lê ji pêşwazîkirina zêde ya nexweşan û kêm derfetiyê navend rastş astengiyan tê û hewcedariya wê bi piştgiriyê heye.
