Parêzer Bederxan Etî yê ji bajarê kobanê ,tecrîd û nûkirina cezayên dîspilênê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezrkir û got,tirkiyê zagonan binpêdike.
Bedrxan Etî ,bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo şikandina tecrîd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bikevin tevgrê.
Dewleta Tirk a faşîst ,careke din qedexeya hevdîtinê ya ligel Rêber Abdullah Ocalan, 3 mehên din dirêj kir.
bertek û nerazîbûn li hemberî neheqiya ku li dijî Rêber apo tê kirin zêde dibin.
Parêzer Bedirxan Etî got ku, tecrîda li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve ne exlaqî ye û li dijî hemû zagonên navneteweyî ye.
Parêzer Bedirxan Etî bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku ji bo rewşa Rêbertî bikevin tevgerê û tecrîdê bi dawî bikin.
Di sala 1999’an de kompolyek li dijî rêber Apo hate meşandin û di encam de heta niha Rêber APO di greva îmralî de tê girtin û ev nêzî 40 mehin jî bi hinceta hebûna cezayên displînî, tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
