Endamên mala jinê yên navçeya Ehrezê ya Şehbayê êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin ku divê aliyên peywendîdar sînorekî ji êrîşên Tirkiyê re deynin.
4’ê Cotmehê dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û binesaziya wê kir hedef.
Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe armanc dike li nefesa gel bixe û wan qir bike.
Derbarê mijarê de endamên mala jinê yên navçeya Ehrez ya Şehbayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku dewleta Tirk ne tenê xalên leşkerî hedef digre, Tirkiyê sivîlan jî dikuje.
Her wiha endamên mala jinê gotin: “Armnca dijmin ji hedefgirtina binsaziya herêmê re ew e ku gel birçî bike”.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên dawî de zarok, jin, navedên xizmetê, mal û milkên sivîlan kir hedef.
Cîhan bi giştî bû şahidê vê yekê, lê her kes li hember kiriyarên Tirkiyê û dîroka wê ya reş ku bi kuştin, wêrankirin û dagirkirinê tê naskirin bê deng man.
