Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û saziyên sivîl, bi armanca piştgirî û sivikirina êşên malbatên koçber ên ji Efrîn û Şahbayê ku ji ber êrişan li bajarê Qamişlo bi cih bûne, belavkirina alîkariyên mirovî didomînin.
Îro careke din Dezgeha Xêrxwaziyê; berê xwe da Stadyûma 12’ê Adarê ya li naverasta bajêr û alîkarî li malbetên koçber û hin malbetên balangaz belav kirin.
Pêvajoya belavkirinê xwarin, alavên germkirinê û derman di nav xwe de hewand.
