Navenda Lênêrîna Civakî ya kantona Reqayê bi dirûşma “Jinên ewlekarî û aştiyê” pêşangeheke karê destan ji bo jinan ku ji kampa Holê vegeryane vekir.
Pêşangeh bi amadebûna rêveberên navenda lênêrîna civakî, xelkên kantona reqayê û jinên xwediyê karên destan bi rêve çû.
di nava Pêşangehê de berhemên karê destan yên jinan yên wekî
gore, darîn ên xemilandî û hin karên li ser polayê hatin pêşandan.
Navenda Lênêrîna Civakî ji bo ku berhemên karê destan yên taybet bi jinên ku ji kampa Holê derketin e derxe pêş û piştgiriyê bide wan salan e pêşangehê lidardixe.
