PARTIYÊN SIYASÎ: QSD’Ê MISOGERIYA PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Partiyên siyasî yên bajarê Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku Rêveberiya Xweser ji bo her kesî destkeftî ye û QSD misogeriya parastina wan destkeftiyan e.
Partiyên Siyasî di daxuyaniyê de gotin dewleta Tirk gefên dagirkirna Kobanê dixwe û bi çekên giran û balafirên bêmirov êrîşî herêmê dike.
Her wiha destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan, têkbirina vîna gelê Kobanê ye, lê çawa ku Kobanê bû sembola têkbirina DAIŞ`ê, dê bibe sembola têkbirina dewleta Tirk a dagirker jî.
Partiyên Siyasî bang li gelê herêmê kirin ku ji her demê bêhtir îro piştgiriya QSD`ê bikin.
Her wiha Partiyên Siyasî di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku aloziya Sûriyeyê tenê bi diyalogê dê çareser bibe.

Share This Article