Meclisa Gelan ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Meclisê got, dewleta Tirk bi rêya balafirên şer û çekên xwe naverasta Bendava Tişrînê bombebaran dike.
Meclisa Gelan aşkere kir ku, ji ber êrîşan metirsiya rûxandinê li ser Bendavê heye û eger ku Bendav were rûxandin, dê karasatên mirovî û jîngehî rû bidin.
Di beşekî din de hate diyarkirin ku, armanca dewleta Tirk a dagirker berfirehkirina rûbera dagirkeriya xwe ye û bi taybetî dagirkirina bajarê Kobanê ye.
Meclisa Gelan da zanîn ku, şervanên QSD’ê û YPJ’ê ji bo parastina gelê herêmê destaneyan dihûnin û canê xwe feda dikin.
Meclisa Gelan ya kantona Firatê hedefgirtina sivîlan şermezar kir û banga rawestandina êrîşan kir.
