Di bin dirûşmeya Vegera ji Jiyan re, Navenda lênêrîna civakî ya desteya Karûbarên Civakî û kedkaran ya kantona Reqayê, pêşangehek ji bo vegeriyayên ji kampa holê li dar xist.
Di pêşangehê de 17 vegeriyayên ji kampa holê beşdar bûn û tê de karên xwe yên destan pêşkêş kirin.
Armanca pêşangehê tevlêkirina vegeriyayên ji kampê ji bo nava civakê ye.
Beriya niha jî gelek pêşangeh ji bo heman kesan hatibûn vekirin.
NAVENDA LÊNÊRÎNA CIVAKÎ PÊŞANGEHEK JI BO VEGERIYAYIYÊN KAMPA HOLÊ VEKIR
