HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BIDAWÎBÛNA PÊNGAVA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ RAGIHAND

Rojava Tv
2 Min Read

berpirsê navendana Ragihandinê ya yekîneyên parastina Gel YPG ê siyamend Elî û Fermandariya giştî ya Encumena Leşkerî ya Herêma Cizîrê Evînar Dêrik ji rojava tv re behsa

encamên Operasyona Mirovî û ewlehî ya li kampa holê kirin.

Piştî 24 rojan ji pênagava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa holê , Doh Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidawîbûna pêngavê ragihand.

 

di çarçoveya pêngavê, hêzên ewlekariya hundirîn, bi desteka QSD, YPG Û YPJʹê gelek çekên sivîk û navîn, bi dehan tunel û cihên perwerdekirina zarokan li ser fikirê tundraw dîtin, wiha 226 çeteyên şaneyên daişê ku di nava wan de jin jî hebûn hatin girtin.

Derbarê mijarê berpirsê navendana Ragihandinê ya Yekîneyên parastina Gel YPG ê siyamend Elî ji rojava tv re behsa Operasyona Mirovî û Ewlhiyê ya li kampa holê kir û got di encama operasyonê de hejmareke mezin ji Çek û Amûrên Işkenceyê jî hatin dîtin.

Fermandariya giştî ya Encumena Leşkerî ya Herêma Cizîrê Evînar Dêrik diyar kir ku Rêveberiya Xweser, gelek caran hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî li ser xetereya DAIŞʹê hişyar kir, lê ev bang heta niha nehatiye bersivdan.

Hêzên ewlekariya hundirîn bang li welatên ku hemwelatiyên wan li hundirê kampê hene dikin ku wan werbigirin da ku ji aliyê DAIŞ’ê ve neyên leşkerkirin.

 

Her wiha tekez kirin Wê operasyonên hêzên wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam bin.

Share This Article