Bi sedan ciwanên bajarê Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke li dar xistin.
Beşdar li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, alên tevgerê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û meşale hildan.
Piştî meş li tevahî kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gerî, li qada çerxerêya duyemîn a taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê.
Li wir axaftin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hat kirin û hate gotin ku, armanca Komploya Navneteweyî ew bû ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd were qirkirin.
Di dawiyê de, soza şopandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.
