LI REQAYÊ PÊŞANGEHA DUYEMÎN A PIRTÛKAN HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca zengînkirina tevgera çandî, rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekîtiya Rewşenbîran a kantona ‎Reqayê, bi hemahengiya li gel Desteya Çandê ya kantonê, duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a ‎Reqayê bi dirûşmeya “Reqa ronahiya çand û afirandinê ye li dar xistin.

Di vekirina pêşangehê de endamên Yekîtiya Rewşenbîran, nûnerên Desteya Çand û Şûnwaran, ‎rêxistinên civaka demokratîk, kesayetên serbixwe û hejmarek rewşenbîr û kesên ku bi karên çandî re ‎eleqedar bûn, amade bûn.‎

Di vekirinê de axaftin li ser navê Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk, desteya çand ‎şûnwaran û Yekîtiya Rewşenbîran a Reqayê hate kirin û giringiya bajarê Reqayê di aliyê rewşenbîrî de hate ‎nirxandin.‎

Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên çandî, civakî, siyasî, roman û çîrok hene û dê sê rojan berdewam bike.

Share This Article