Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina rêveçûnên siberoja Sûriyeyê û misogeriya temsîlkirina adilane ya tevahî pêkhateyan paneleke diyalogê li Helebê organîze kir.
Panel di bin diruşmeya “Ji hilweşîna rejîmê heta bi avakirina dewletê” hat lidarxistin.
Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, çalakvanên serbixwe û rojnamevan li kafîteryaya Lêlûn a taxa Eşrefiyê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê MSD’ê, Navenda Lêkolînan û çalakvanên siyasî ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku diyaloga niştimanî û hevkariya ji bo avakirina nasnameya niştimanî ya giştî di vê werçerxa dîrokî ya Sûriyeyê de, girînge.
Panel bi berzkirina nêrînên cuda yên beşdaran li ser pêşeroja Sûriyeyê û rêbazên xurtkirina diyaloga navxweyî bi dawî bû.
