ŞAREDARIYA GEL A HESEKÊ PROJEYÊN NÛ YÊN JI BO BAJARÊ PÎŞESAZIYÊ RAGIHANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê destpêkirina karê projeya bajarê pîşesaziyê ku yek ji mezintirîn projeyên xizmetguzariyê ye, ragihand.

Ev proje ji bo avakirina nêzîkî 3,500 firoşgehên pîşesaziyê hatiye veqetandin ku derdora 6 kîlometreyan dûrî navenda Hesekê ye û rûbera wê nêzîkî 110 doniman e.

Armanc ji vê projeyê ewe ku cihên pîşesazîyê ji hundirê taxên niştecihbûnê ber bi cihekî diyarkirî li derveyî navenda bajêr veguhezîne.

Bi rêya vê projeyê şaredarî hewl dide ku esnaf û xwediyên navendên çaksazkirinê li cihekî rêkûpêk bicivîne.

 

Share This Article