LI KOBANÊ BI MERASÎMEKÊ 2 ŞEHÎD HATIN OXIRKIRIN Û 3 ŞEHÎD JÎ HATIN BI BÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarê Kobanê 2 şehîd bi merasîmeke bi heybet oxir kirin û 3 şehîd li goristana Şehîd Dîcle jî bi bîr anîn.

Şervanê YPG`ê Salih Doşka û şervanê Hêzên Komandos Birûsk ku di navbera 20-23’yê Çileya îsal di berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî de li Sirînê şehîd bûn, hatin veşartin.

Her weha şervanên YPJ’ê Arîn Mîrkan û Rûken Botan û şervanê YPG`ê Egîd Amanos, yên ku di navbera 17-21’ê Çileyê li Reqa û Dêrhafirê şehîd bibûn, hatin bi bîr anîn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê ve hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Salih Doşka û Birûsk bi tiliyên dayikan spartin axê.

Share This Article