Encumena Malbetên Şehîdan a girê spî li eyn îsayê, îro bi daxuyaniyekê komujiya li parîsê ku di encamê de 3 kes şehîd bûn, şermezar kir.
Di daxuyaniya Encumena Malbetên Şehîdan de bi dehan malbetên şehîdan û endamên dezgehên navçeya Eyn Îsayê beşdar bûn.
û”îdiayên hikumeta Fransayê ku sûcdar nexweşê derûnî ye” hate şermezarkirin û hat gotin ku Bi van îdiayan dixwezin sûcên bi armanca tunekirina çanda kurdî veşêrin.
Encumena Malbetên Şehîdan a girê spî bang li hikûmeta firasayê kir ku ji bo eşkerekirina aliyê berpirsyar ê vî sûcî lêpirsînê bişopîne û radestî dadgehê bike.
