Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê bi navê “Peymana 10`ê Adarê, şêwazên li hevkirinê ya ber bi Sûriyeke pirreng û nenavendî ve” li hola Zana ya li bajarê Qamişlo panelek li dar xist.
Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, hiqûqnas, akademisyen, siyasetmedar, rojnamevan, mamoste, oldar û bawermend ên ji pêkhateyên kantona Cizîrê beşdarî panelê bûn.
Di Panelê de endama Meclisa Giştî ya MSD’ê Hedya Şemo diyar kir ku piştî ketina rejîma Baasê, hikumeta Şamê tevî nerazbûn û lidarxistina gelek kongreyan danezank destûrî ragihand ku temsîl pêkhateyan nake.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî da xuyakirin ku Eger Hikûmeta Şamê nikaribe rewşê baş şîrove bikin, mumkine li Sûriyê alozî kûrtir bibin.
di dawiya panelê de hat gotin ku divê hebûn pêkhateyan û projeya wan a neteweya demokratîk bên parastin û xalên peymana 10’ê Adarê jî pêk werin.
