Sibe salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Dema ku behsa şoreşê tê kirin, pêşengtiya ciwanan tê bîra me tevan.
Ciwanên herêmê bi felsefeya Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê bi ser bikevin, cihê xwe di şoreşê de girtin û ji qada leşkerî, heta bi siyasî, aborî û civakî pêşengtî kirin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku ji bajarê Kobanê dest pê kir û berbelavî tevahî herêmê bû, 13 salên serkeftinên gewre, tijî dike.
Ciwanên herêmê bi felsefeya, Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê bi ser bikevin, cihê xwe di şoreşê de girtin û ji qada leşkerî, heta bi siyasî, aborî û civakî pêşengtî kirin.
Ciwan rastî êrîşan û planên hêzên têkder hatin, lê xwe bi bîrdoziya Rêber APO perwerde û biçek kirin, lewre hemû plan têk birin.
Beriya ku şoreş were destpêkirin ciwan dihatin bêrolkirin, lê bi herikîna pêlên şoreşê re rewş guherî û ciwan bûn dînamîkên herî çalak.
Di salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de careke din ciwan tekeziyê li ser parastina destkeftiyên şoreşê dikin.
