MECLÎSA WERZÎŞÊ YA DÊRAZORÊ TURNEYEKE FOTBOLÊ YA MÊRAN LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin sîwan û çavdêriya Meclisa Werzîşê de, Buroya lîstokên Komî ya kantona Dêrazorê, turnuveya fotbolê ya mêran a bi navê “El-Nuxbê” li dar xist.

Turnuveya ku li lîstokgeha Meclisa Werzîşê ya li herêma Meamêl li dar ket, bi amadebûna hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê, hevserokatiya Meclisa Werzîşê û hejmarek mezin ji şêniyan dest pê kir.

Di vekirina turnuveyê de, Yaneya Cizîrê û Yaneya Dernec hatin ber hev û maç bi 3 golan li hember yekê, ji bo Yaneya Cezîrê, bi dawî bû.

Her weha lîstikvanê Yaneya Cizîrê “Mihemed El-Mûxêr” (محمد المغير ( wek lîstikvanê herî baş di maçê de, hate xelat kirin.

Share This Article