MSD’Ê JI BO NIRXANDINA REWŞA SÛRIYÊ CIVÎNEK LI HELEBÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Her wiha MSD’ê ji bo nirxandina rewşa siyasî ya ku Sûriyê tê re derbas dibe, civînek ji oldarên Helebê re jî lidarxiist.

Civîn bi beşdariya bi dehan oldaran li mizgefta El Marûf ya li taxa Şêxmeqsûd hat sazkirin.

Di civînê de, Hevsrtokê Ofîsa Têkiliyan ya Meclîsa sûriya demokratîk MSD’ê Mihemed Hesen Elî axivî.

Mihemed Hesen Elî behsa geşedanên dawîn ên li sûriyê, lihevkirina 1’ê nîsanê û peymana 10’ê adarê kir.

Hesen Elî dest nîşan kir ku, divê gelê Sûriyê yek girtî bin û dûrî desthilatdariyê û gotarên nefretê bin.

Civîn bi parvekirina nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article