Bi armanca xweşikbûna bajarê Qamişlo û peydakirina cihekî ji firoşgehên biçûk re, Şaredariya gel dest bi pirojeyekê dike.
Bi agahiyên taybet ji rojava tv re di hevdîtinekê de endamê Ofîsa Cibcîkar a Şaredariya gel Mejdel Betal hurguliyên berfireh li ser pirojeyê zelal kir.
Bi nêzîhatina serê salê û ji bo peydakirina cihekî alternatîf ji bo xwediyên firoşgehan.
Ofîsa Cibcîkar a Şaredariya gel a Qamişloyê dest bi pirojeyek nû ji bo birêxistinkirina firoşgehên biçûk kir.
Têkildarî mijarê Endamê Ofîsa Cibcîkar a Şaredariya gel Mejdel Betal diyar kir ku ji bo birêxistinkirina van firoşgehan, şaredariyê cihekî teybet ji wan re peyda kir.
Mejdel Betal bi navê Şaredariyê hişyarî da ku kesên piştî dema bidawîkirina pirojeyê li kolanên din firoşgehyên xwe deynin, wê bac li ser wan were ferzkirin.
Hate payin ku Pirojeyê ji bo birêxistinkirina firoşgehên biçûk dê di qonaxa xweyî yekemîn de di rojên bê de ji bo amadekariyên serê salê wê dest pê bike.
