XEBATÊN RÊVEBERIYA XWESER ÊN JI BO HÊSANKIRINA KARÊ PENABERAN DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Cîgira Reveberiya Girînendeya Têkiliyên Derve û berdevka şaneya krîzê Gulîstan Elî derbarê xebatên Rêveberiya Xweser yên ji bo hêsankirina karûbarên penaberan de diyar kir ku, deriyên Rêveberiya Xweser her dem ji bo pêşwazîkirina penaberan vekiriye.

Ev heyama hefteyekê ye şerekî dijwar di navbera Hizbullaha Lubnanê û Artêşa Îsraîlê de rû dide, di encama vê şerî de gelek koçberên sûrî û welatiyên lubnanê hatin qetilkirin û hejmarek jî penaber bûn.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina penaberên sûrî yên ku li lubnanê dimînin şaneyeke kirîzê avakir û deriyê xwe ji penaberan re vekir.

Cîgira Reveberiya Girînendeya Têkiliyên Derve û berdevka şaneya krîzê Gulîstan Elî diyar kir ku, deriyên Rêveberiya Xweser her dem ji bo pêşwazîkirina penaberan vekiriye.

Her wiha Gulîstan Elî da zanîn ku; di kampên ku hatine amadekirin de herî zêde penaberên ji derveyî herêmê rê de tên bicihkirin.

Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku, di van rojên derbasbûyî de zêdeyî 7 hezar û 703 kes ji Lubnanê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.

Share This Article