MSD’Ê BI BONEYA SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE CIVÎNEK LI HELEBÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya salvegera 10’emîn a damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, Ofîsa MSD’ê li Helebê civînek lidarxist.

Civîn bi amadebûna bi dehan siyasetmedar, Rewşenbîr, partiyên siyasî û gel bi deqeyeke rêzgirtin li ofîsa wê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi rêve çû.

Di civînê de berpirsê ofîsa têkiliyan a MSD’ê li Helebê Mihemed Emîn Elîko axivî û diyar kir ku damezirandina MSD’ê gavek dîrokî ber bi Sûriyeke nenavendî û Demokratîk ve ye.

piştî axaftinan, rewşa siyasî ya ku Sûriyê û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe hat nirxandin, civîn bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article