Rêveberiya Xweser îro jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeya Danîmarkê kirin.
Wezareta Derve ya Danîmark raghand ku piştî wergirtina jinek û 2 zarokên DAIŞ ji Rêveberya xweser, jin ji bo dadgehê hate veguhestin û herdu 2 şandin navendeke lênêrînê.
pêncşema borî şandeyeke Danîmarkayê serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Şande bi serokatiya nûnerê Danîmarkayê yê taybet bi şerê li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser Nîkol Hêrss, ji aliyê endamê Desteya Rêveber ya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan rewşa Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin her wiha bal kişandin ser beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina aloziya Sûriyê, rewşa aborî, mirovî ya li herêmê û rewşa çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampên Hol û Rojê.
Xalid Îbrahîm îşaret bi girîngiya berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ kir û got, divê hikumetên dewletan welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de vegerînin.
Îbrahîmanî ziman ku vegerandina DAIŞ’iyan li welatên wan parçeyekî biçûk ji çareserkirina pirsgirêka DAIŞ ye.
her wiha Nîkol Hêrss spasiya QSD ji bo fedakariyên wê yên di şerê li dijî DAIŞ de kir û diyar kir divê têkoşîna li dijî DAIŞ berdewam bike heta ku ewlehî li herêmê mîsoger bibe.
Hêrss got: Danîmarkayê rewşa siyasî û aborî, mirovî û ewlehiyê ya li herêmê dişopîne û bi nûnertiyên Rêveberiya Xweser ên li Ewropayê re di nava têkiliyên domdar de ye.
Şandeyê nameya Qiraltiya Danîmarkayê ya ji bo Rêveberiya Xweser radestî Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.
Danîmarkayê di nameyê de spasiya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî kir û desteka xwe pê re nîşan da.
Di dawiyê de, Gerînendeya Têkiliyên Derve jinek û 2 zarokên çeteyên DAIŞ radestî şandeya Danîmarkayê kir.
Wezareta Derve ya Danîmarka raghand ku piştî wergirtina jinek û 2 zarokan DAIŞ ji Rêveberya xweser, ji bo dadgehê hat veguhestin û herdu şandin navendeke lênêrînê.
