Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya 7’emîn salvegera damezrandina xwe bi dirûşma ” Bi hevgirtin û yekîtiya Sûriyan, Em ê aştî û demokrasiyê pêk bînin”. çalakiyek lidarxist.
Çalakî bi beşdariya dayîka şehîd Hevrîn Xelef û hemû saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û pêkhateyên kantona Reqayê li salona Tac a navçeya Reqa hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinên Sûriyê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser fedekariya partiyê û pêşengtiya emîndara Partiyê Hevrîn Xelef.
Piştî axaftinan sinevizyonek li ser xebata Partiya Sûriya Pêşerojê di heyama heft salan de hat pêşandan, û kilîpa (Sûriyê bixemilînin) li ser hevgirtina pêkhateyên Sûriyê hatin pêşkêşkirin.
