Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê di roja 5’an de bi semînerên fikrî û civakî bi dawî bû.
Mîhrîcan ji 15’ê Kanûnê ve bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” bi rêzeçalakiyên cuda ji aliyê HRRK’ê ve tê birêxistinkirin û dê heta 28’ê Kanûnê dewam bike.
Di roja 5’an a Mîrîcanê de, endamên saziyên çandî û wêjeyî û Rojnamevanan semînerên bi sernavê “Hişmendiya siyasî û teoriyên siyasî” her wiha bandorên erênî û neyinî yên medya dijîtal dan.
Piştre pirtûka nivîskar Rêber Hebûn a derbarê rexnegeriya romanên nivîskar Helîm Yûsif de hat îmzekirin.
Her wiha filima “Wilatî Jinanî Jêr Zewî” ku bi derhêneriya Rêkewt Hamî Tewfîq derketiye hat pêşandan.
