KOMÎTEYA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ SALVEGERA DAGIRKIRINA SERÊKANIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya koçberên serêkaniyê derbarê salvegera 5’an a serêkaniyê, kongreke çapemeniyê li dar xist û ‎banga rawestandina sûcên tirkiyê û dagirkeriya wê kirin.‎
Daxuyanî li kampa waşûkanî hate dayin û têde hate gotin Pênc sal li ser dagirkerî, tirkkirin û koçberkirina ‎sîstematîk, bi hemû sûcên şer ên hovane yên ku li herêmên dagirkirî hatine kirin derbas dibe û ‎daxwaza gelên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe koçberbûne hîn pêk nehatiye.‎
Her di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku tevî sûcên ku li serêkaniya dagirkirî tên kirin lê heta niha civaka ‎navneteweyî bêdenge û bêdengiya wê jî bêwatebûna pergala navneteweyî ya ku eşkere dadmendiya ‎bijartî li gorî “berjewendiyên hevdu” pêk tînîn.‎
Di dawiyê de komîteya koçberên serêkaniyê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên ‎garantor li Sûriyê dike ku, guhertina demografî û kiriyarên tirkiyê li herêmên dagirkirî rawestînin, ‎vegereke bi ewle ji koçberan re peyda bikin û rola dewleta Tirk di dosyaya Sûriyê de jî sînordarbikin.‎

Share This Article