PÊŞANGEHA Ş.HEREKOL A PIRTÛKAN DI ROJA 3’EMÎN DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Pêşangeha Ş.Herekol a Pirtûkan di roja xwe ya 3’emîn de dewam dike.
Beşdarên pêşangehê dibînin ku berhemên gelekî giranbuha di pêşangeha Ş.Herekol de hene lê xwendin kêm bûye.

7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ya li bajarê Qamişlo di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
Xelk, wêjevan û gelek beşên civakê bi coşeke mezin berê xwe didin hola ku pêşangeh lê ye.
Serokê Yekîtiya Nivîskaran li bajarê Qamişlo Ciwan Evdal anî ziman ku berhemên hêja di pêşangehê de hene lê xwendina pirtûkan kêm bûye.

Ji aliyê xwe ve nivîskar Ciwan Silo anî ziman ku weşanxaneya wan baldariyê dide dîroka Kurdî.

Di pêşangeha Ş.Herekol de 60 weşanxane beşdar bûne û 140 hezar pirtûk hene.
Tê payîn ku pêşangeh sibe di roja xwe ya 4’emîn de bi dawî bibe.

Share This Article